Li Rûsyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê nêzîkî 8 milyonî bû
Moskova
Li Rûsyayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket 7 milyon û 992 hezar û 687an, ya kesên ku mirin jî derket 223 hezar û 312an.
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Rêgiriyê ya Enfeksiyona Vîrusa Koronayê, li welêt di 24 saetên dawîn da di 34 hezar û 303 kesên din da jî Kovîd-19 hat tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 992 hezar û 687an.
Li welêt di rojekê da bi mirina 997 kesan va hejmara kesên ku mirin jî derket 223 hezar û 312an.
- Li Moskovayê di 24 saetan da 70 mirinên ji ber vîrusê
Li paytext Moskovayê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn da 6 hezar û 740 zêde bû û derket milyonek û 719 hezar û 414an, ya miriyan jî 70 zêde bû û derket 30 hezar û 163yan.
Her wisa li Rûsyayê zêdeyî 47 milyon û 500 kes jî hatin aşîkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.