Koronavîrus

Li Rojhilatê li dibistanan perwerdeya rû bi rû dest pê kir

Li Rojhilatê li gor nexşeya nirxandina rîskê ya vîrus koronayê ya nû (Kovîd-19) li dibistanan perwerdeya rû bi rû dest pê kir.

İbrahim Atmaca  | 02.03.2021 - Rojanekırın : 03.03.2021
Li Rojhilatê li dibistanan perwerdeya rû bi rû dest pê kir

Erzurum

Li Rojhilatê li gor nexşeya nirxandina rîskê ya vîrus koronayê ya nû (Kovîd-19) li dibistanan perwerdeya rû bi rû dest pê kir.

Li gor pêketiyên Kovîd-19ê Agirî û Îdir di nav bajarên ku rîska wan kêm e (şîn) da cih digirin, Erzirom, Tuncelî, Erzincan û Qers jî di nav kategoriya bajarên ku rîska wan ne zehf kêm û ne zehf zêde da (zer) cih digirin, Erdexan jî di nav bajarên ku rîska wan zêde (tûtik) ne da cih digre. Li van bajarên navborî xwendekar bi malbatên xwe ra çûn dibistanê.

Dibistana bi hildana tevdîran ra hatin vekirin, xwendekar piştî demeke dirêj kêfxweş in ku mamoste, heval û dibistana xwe dibînin. Li dibistanan xwendekar û mamoste bê kêmasî guh didin maske, mesafe û paqijiyê û piştî navbereke dirêj zengila ewil a dersê lê da.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın