Li Rihayê 2 tax hildan bin karantînayê
Di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da 2 taxên li navenda Rihayê û navçeya Sirûcê hildan bin karantînayê.
Şanlıurfa
Di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da 2 taxên li navenda Rihayê û navçeya Sirûcê hildan bin karantînayê.
Tevdîrên nû yên ku Lijneya Hifzisihhayê ya Bajêr hildan ji ser malpera walîtiyê hatin ragihandin.
Li gor daxuyaniyê testa Kovîd-19ê ya kesekî ku li Taxa Buharayê ya navçeya Eyyubiyeyê ya navend û Taxa Kirmîtê ya navçeya Sirûcê îkamet dikin pozîtîf derket.
Lewra biryar hat dayîn ku li taxên navborî seranserê 14 rojan karantîna bê tetbîqkirin.
Li ser biryarê daketin û derketina herdu taxan hat girtin û hêzên ewlehiyê tevdîr hildan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.