Koronavîrus

Li Hindistanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê kêm dibe

Emre Aytekin  | 22.06.2021 - Rojanekırın : 22.06.2021
Li Hindistanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê kêm dibe

Ankara

 Li Hindistana ku di nav welatên herî zêde di bin bandora vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) man da ye hejmara pêketiyan kêm dibe.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Hindistanê di 24 saetên dawîn da 42 hezar û 640 pêketî hatin tesbîtkirin û 1167 kes jî mirin.

Hejmara pêketiyan ya rojane di nav 3 mehên dawîn da evqas kêm bû.

Li welêt hejmara pêketiyan di 4ê Nîsanê da ji 100 hezarî, di 15ê Nîsanê da ji 200 hezarî, di 21ê Nîsanê da ji 300 hezarî û di 30yê Nîsanê da jî ji 400 hezarî derbas bûbû.

Li Hindistanê hejmara pêketiyan gihîşt 29 milyon û 977 hezar û 861ê û ya miriyan jî bû 389 hezar û 302.

- Hejmara kesên baş dibin ji ya pêketiyan zêdetir dibe

Li welêt di 24 saetan da 81 hezar û 839 kes baş bûn.

Hejmara kesên baş dibin ev mehek e ji ya pêketiyan zêdetir dibe û ev jî barê li ser milê pergala tenduristiyê kêm dike.

Tedawiya 662 hezar û 521 nexweşan dewam dike.

- Rêjeya doza aşiyê hindik ma bigihêje 289 milyonî

Li welêt ji 16ê çileya paşîn vir va 288 milyon û 766 hezar û 201 doz aşî hat kirin.

Li welatê serjimara wê 1,4 milyar e aşî hê nehat asta pêşîlêbirîna nexweşiyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın