Koronavîrus

Li Herêma Başûrê Rojhilat ji bo zêdekirina rêjeya aşiyê seferberî hat destpêkirin

Fecri Barlık, İbrahim Toprak, Mehmet Sıddık Kaya, Halil İbrahim Sincar  | 27.07.2021 - Rojanekırın : 29.07.2021
Li Herêma Başûrê Rojhilat ji bo zêdekirina rêjeya aşiyê seferberî hat destpêkirin

Diyarbakir

 Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê rêjeya kesên doza ewil a aşiyê bûne herî zêde li Sêrt, Mêrdîn, Diyarbekir û Batmanê kêm e.

Li gor daneyên wezaretê yên Kovîd-19ê, vê hefteyê li Diyarbekir û Batmanê hejmara pêketiyan pir zêde bû.

Ji bo ku li bajarên herêmê jêbexşiya gel zêde bikin lez dan xebatên aşîkirinê.

27.07.2021

Li Herêma Başûrê Rojhilat ji bo zêdekirina rêjeya aşiyê seferberî hat destpêkirin

Sêrt

Bi telîmata Osman Hacibektaşogluyê Waliyê Sêrtê va ji bo di demeke kin da bernameya aşiyê temam bikin 57 odeyên aşiyê û 10 ekîbên mobîl hatin amadekirin û xebatên xwe dimeşînin.

Li bajêr kontrolên paqijî, mesafe û rûpêçê hatin zêdekirin, polês, cendirme û Komên Piştgiriya Civakî ya Wefayê li welatiyan rûpêçan belav dikin.

Hacibektaşogluyê Walî konê aşiyê yê li Kolana Guresê ziyaret kir û li vê derê bi xebatkarên tenduristiyê û welatiyan ra axivî.

Hacibektaşoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku hejmara pêketiyan zêde ye gelekî li ber xwe dikevin.

Hacibektaşogluyê Walî got dibê guh bidin tevdîran û sîlaha herî mezin a dijî nexweşiyê aşî ye, li welêt û bajêr qasî têrê aşî hene.

Walî got beriya ku xwendingeh werin vekirin dibê ji sedî 75ê welatiyan herdu dozên aşiyê bibin, hetanî niha 116 hezar doz aşî li welatiyan xistin û ji sedî 40ê gel hat aşîkirin.

"Bangî her kesî dikim ku bira aşî bibin"

Mehmet Emîn Varolê welatî jî li konê aşiyê doza duduyan a aşiyê li xwe xist.

Varol bangî gel kir ku aşiya xwe bibin û wiha axivî: "Heke em aşî nebin ji vê nexweşiyê xilas nabin. Dîtina aşiyê êdî gelekî hêsan e. Li her aliyî ciyên aşiyê yên mobîl hene. Kesê nekeve nexweşxaneyê fehm nake."

Hatîce Kiliçê jî diyar kir ku doza ewil a şiyê li xwe dixe û wiha pê da çû: "Ji bo xilasbûna nexweşiyê dibê her kes aşî bibe. Bangî her kesî dikim ku bira aşî bibin. Li Sêrtê dîtina aşiyê gelekî hêsan e."

Kasim Çetînkaya jî destnîşan kir ku li gelek ciyên bajêr konên aşiyê hene, ji ber vê gelekî kêfxweş in, bi xwe esnaftiyê dike û ji bo aşî bibe dikana xwe girt û hat vê derê.

Mêrdîn

Mahmut Demîrtaşê Walitê Mêrdînê diyar kir ku li bajêr xebatên aşîkirinê bênavber dewam dikin.

Demîrtaş bal kişand ser giringiya aşiyê û diyar kir ku di nav nexweşên li nexweşxaneyan hatin razandin da kesên ku aşî bûne tunin.

Demîrtaş wiha axivî: "Welatiyên me dema aşî bibin îhtimala pêketina nexweşiyê gelekî kêm e. Heke bi nexweşiyê bikevin jî îmkana wan heye ku bi hêsanî jê xilas bibin. Dibê hemû welatiyên me aşî bibin."

Demîrtaşê Walî destnîşan kir ku li nexweşxane, navendên tenduristiyê malbatê û navendên danûstanêdinê xebatên aşîkirinê bi lez û bez dewam dikin, ji bo aşîbûnê welatî dikarin serî li saziyan bixin an jî haya wan pê bixin.

Walî got, "Em dikarin aşiyê bibin malên welatiyan jî. Ji hemû hemşehriyên xwe ez rica dikim bira teqez aşî bibin. Lewra aşî êdî merivan difilitîne. Aşî tenduristî ye, aşî zanist e."

Diyarbekir

Cîhan Tekînê Midûrê Tenduristiya Bajêr diyar kir ku li gor daneyên heftane yên Wezareta Tenduristiyê hejmara pêketiyan zêde dibe, zêdebûna pêketiyan di Eyda Qurbanê da jî dewam kir.

Tekîn destnîşan kir ku ji bo tevdîran bi midûriyetên Tenduristiya navçeyan û doxtoran ra axivîn û wiha pê da çû: "Hejmara ekîbên me yên fîlyasyonê 100 bû me derxiste 150yî da ku bi lez bigihîjin welatiyan. Me ekîbên aşîkirinê jî zêde kirin. Kêmûzêde 96 ekîbên me hebûn me hejmara wan derxiste 150yî. 150 ekîbên me gund gund û derî derî digerin xizmetê dikin. Me li navendên danûstandinê û otogaran jî standên xwe vekirin."

Tekîn diyar kir ku ji sedî 40,19ê gelê bajêr doza ewil a aşiyê bûn, bawer dikin ku piştî betlaneya eydê welatiyê dîsa berê xwe bidin aşiyê.

Tekîn got welatî wekî ku nexweşî xilas bûye û tişek nemaye guh nadin rêgez û tevdîran lêbelê nexweşî hê xilas nebûye û li Diyarbekirê hejmara pêketiyan zêde dibe. Tekîn diyar kir ku ji bo pêşî li zêdebûne pêketiyan bibirin sîlaha herî mezin aşî ye dibê welatî guh bidin rêgez û tevdîran.

Batman

Li Batmanê ekîbên tenduristiyê bi hevdîtinan agahiyan didin welatiyan wan qanî dikin û ji bo zêdekirina aşîkirinê dixebitin.

Dr. Hakan Pamukçuyê Midûrê Tenduristiya Bajêr diyar kir ku hetanî îro 242 hezar doz aşî li welatiyan xistin.

Pamukçu got li nexweşxane, navendên tenduristiya malbatê û herêmê qerebalixiya welatiyan heye lêxistina aşiyê didomînin rêya xilasbûna ji nexweşiyê bi tenê aşîbûn e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın