Tirkiye, Koronavîrus

Li Edeneyê jinika ku biryara testa wê ya Kovîd-19ê hat dayîn revî, lê hat girtin

Jinika ku nexweşiyeke wê hebû bi eqrebayê xwe ra hat Nexweşxaneya Bajêr a Perwerde û Lêkolînê ya Edeneyê.

İbrahim Atmaca  | 30.03.2020 - Rojanekırın : 31.03.2020
Li Edeneyê jinika ku biryara testa wê ya Kovîd-19ê hat dayîn revî, lê hat girtin

Adana

Li Edeneyê jinek ji ber aciziyeke xwe çû nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê biryar hat dayîn ku testa wê ya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) were kirin, lê jinik li ser biryarê revî. Polêsan jinik girt û ekîbên tenduristiyê cardin ew birin nexweşxaneyê.

Li gor agahiya ku hat hildan, jinika ku nexweşiyeke wê hebû bi eqrebayê xwe ra hat Nexweşxaneya Bajêr a Perwerde û Lêkolînê ya Edeneyê.

Li nexweşxaneyê biryar hat dayîn ku testa Kovîd-19ê were kirin, lê jinik bi eqrebayê xwe ra derket, li wesayîta ku pê hatin va revîn.

Li ser êxbara xebatkarên nexweşxaneyê polêsan li çend deverên bajêr tevdîr hilda û wesayîta ku jinik tê da ye li çaryana Bûlwara Şehîtler û Bûlwara Adnan Kahvecî da sekinandin.

Polêsan maske da ber dev û bêfila xwe û lepik kirin destê xwe û nehiştin ku jinik û eqrabayê wê ji wesayîtê peya bibin û cab dane ekîbên tenduristiyê.

Ekîbên tenduristiyê bi cil û bergên taybet û ekîpmanên parêzkar va hatin û jinik bi ambulansê birin nexweşxaneyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın