Koronavîrus

Li Diyarbekirê Kordinasyona Nexweşiyê ya Civaka Sivîl bi Kurdî û Tirkî banga aşiyê kir

Aziz Aslan  | 28.07.2021 - Rojanekırın : 03.08.2021
Li Diyarbekirê Kordinasyona Nexweşiyê ya Civaka Sivîl bi Kurdî û Tirkî banga aşiyê kir

Diyarbakir

 Li Diyarbekirê Kordinasyona Nexweşiyê ya Civaka Sivîl a ji nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl pêk tê ya ji bo tevkariyê bide têkoşîna dijî Kovîd-19ê bi Kurdî û Tirkî bang kir ku welatî aşî bibin.

Elîf Turana Seroka Odeya Tebîban a Diyarbekirê û li hewşa Odeya Pîşesazî û bazirganiyê ya Diyarbekirê (DTSO) li ser navê partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl daxuyaniya çapemeniyê bi Tirkî xwend û paşê Şiyar Guldîkenê Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) jî daxuyanî bi Kurdî xwend.

Turanê destnîşan kir ku wekî dinyayê li Tirkiye û herêmê jî pêk neanîn ku nexweşiyê hildin bin kontrolê û nexweşî zêde dibe.

Turanê got gotinên ku bingeha wan a zanistî tunin civakê dixin nav fikaran û derbeyê li têkoşîna dijî vîrusê dixin, rewşa ku cureyên vîrusê yên merivan dixin fikaran hene ü ji ber kêmbûna rêjeya aşîbûnê tenduristiya xebatkarên tenduristiyê û civakê dikeve xetereyê.

Turanê got li dijî nexweşiya bedeleke mezin dixwaze aşîbûn berpirsyariyeke civakî ye û wiha bang kir: "Rêya herî ewledar û tesîrdar a parastina civakî û hezkiriyên me û me bi xwe aşîbûn e. Em dikarin bi aşîbûnê hezkiriyên xwe û civakê biparêzin. Dibê ji aşiyê netirsin ji vîrusê bitirsin. Aşî merivan xilas dike. Nekevin nav fikaran, aşî bibin. Em aşî bibin bi hev ra ji nexweşiyê xilas bibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın