Koronavîrus

Li dinyayê kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 308 hezar û 500î derbas bûn

Li tevahiya dinyayê ji 308 hezar û 500î zêdetir kes bi vîrusa koronayê ya nû ya ku li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê, ketin

İbrahim Atmaca  | 22.03.2020 - Rojanekırın : 22.03.2020
Li dinyayê kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 308 hezar û 500î derbas bûn

Ankara

Li tevahiya dinyayê ji 308 hezar û 500î zêdetir kes bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya ku li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê, ketin.

Li ser malpera "Worldometer"a ku daneyên rojane yên der barê weqayên nû yên li welatên hat ragihandin ku lê Kovîd-19 hatiye dîtin tê berhevkirin da hat diyarkirin ku hejmara weqayan derkete 308 hezar û 547 kesan.

Di malperê da hat gotin ku ji ber Kovîd-19ê 13 hezar û 69 kes mirin û 95 hezar û 829 kes qenc bûn.

Li Çînê 3 hezar û 261 kes, li Hong Konga Herêma Îdareya Taybet 4 kes, li Îtalyayê 4 hezar û 825 kes, li Îranê 1556 kes,li Îspanyayê 1381 kes, li Fransayê 562 kes, li Amerîkayê 348 kes, li Îngiltereyê 233 kes, li Holandayê 136 kes, li Koreya Başûr 104 kes, li Almanyayê 84 kes, li Swîsreyê 80 kes, li Japonyayê 44 kes, li Endonezyayê 38 kes, li Filipînan 25 kes, li Tirkiyeyê 21 kes, li Swêdê 20 kes, li San Marînoyê 20 kes, li Kanadayê 19 kes, li Brezîlyayê 18 kes, li Iraqê 17 kes, li Cezayirê 15 kes, li Yewnanistanê 13 kes, li Danîmarkayê 13 kes, li Portekizê 12 kes, li Misirê 10 kes, li Malezyayê 9 kes, li Awisturyayê 8 kes, li Luksemburgê 8 kes, li Awustralyayê 7 kes, li Norwecê 7 kes, li Ekvadorê 7 kes, li Polonyayê 5 kes, li Hindistanê 5 kes, li Peruyê 5 kes, li Lubnanê 4 kes, li Macaristanê 4 kes, li Arjantînê 4 kes, li Pakistanê 3 kes, li Bulxaristanê 3 kes, li Îrlandayê 3 kes, li Ukraynayê 3 kes, li Fasê 3 kes, li Komara Domînîkê 3 kes, li Panamayê 3 kes, li Burkîno Fasoyê 3 kes, li Arnavutlukê 2 kes, li Kosta Rîkayê 2 kes, li Tayvanê 2 kes, li Meksîkayê 2 kes, li Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî 2 kes, li Sîngapurê 2 kes, li Bangladeşê 2 kes, li Îsrail, Lîtvanya, Slovenya, Bahreyn, Tayland, Kuba, Moldova, Azerbeycan, Tûnis, Martînîk, Jamaika, Gabon, Guadeloupe, Guatemala, Guyana, Curaçao, Gravên Caymanê, Rûsya, Xirvatistan û Sûdanê jî her yekî kesek ji ber Kovîd-19ê mirin.

- Welatên ku jimara waqieyan ji hezarî zêdetir in

Di 24 saetên dawîn da herî zêde li Îtalya, Amerîka, Spaniya, Almanya, Fransa, Swîsre û Îranê waqie zêde bûn û li gor "Worldometer"ê waqieyên ku ji hezarî zêdetir in wiha ne:

"Çin 81 hezar û 54, Îtalya 53 hezar û 578, Amerîka 26 hezar û 892, Spaniya 25 hezar û 496, Almanya 22 hezar û 364, İran 20 hezar û 610, Fransa 14 hezar û 459, Koreya Başûr 8 hezar û 897, Swîsre 6 hezar û 863, Îngiltere 5 hezar û 18, Hollanda 3 hezar û 631, Avusturya 3 hezar û 24, Belçîka 2 hezar û 815, Norwec 2 hezar û 167, Swêd 1770, Japonya 1766, Kanada 1328, Danîmarka 1326, Awustralya 1286, Portekiz 1280, Malezya 1183 û Brezîlya 1178."






Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın