Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin gihîşt 3 milyonî

Emre Aytekin  | 16.04.2021 - Rojanekırın : 17.04.2021
Li dinyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin gihîşt 3 milyonî

Ankara

 Li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin gihîşt 3 milyonî.

Li gor "Worldometers"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li dinyayê herî zêde meriv li Amerîkayê mirin û hejmara wan jî derkete 578 hezar û 993yan. Piştî Amerîkayê li gor welatan hejmara miriyan wiha ye: 365 hezar û 954 kes li Brezîlyayê, 211 hezar û 213 kes li Meksîkayê, 174 hezar û 335 kes li Hindistanê, 127 hezar û 191 kes li Îngiltereyê, 115 hezar û 937 kes li Îtalyayê, 104 hezar û 398 kes li Rûsyayê, 100 hezar û 73 kes li Fransayê, 80 hezar û 141 kes li Almanyayê û 76 hezar û 882 kes li Îspanyayê.

Li Tirkiyeyê hetanî 15ê nîsanê 35 hezar û 31 kes mirin.

Kovîd-19a cara ewil di berfanbara 2019an da li Çînê derkete holê li 200î zêdetir welat û herêmê belav bû.

Li dinyayê 139 milyon û 710 hezar û 707 pêketî hatin tesbîtkirin, 118 milyon û 763 hezar û 479 pêketî jî pak bûn.

Hê 17 milyon û 910 hezar û 479 pêketî tên dermankirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın