Koronavîrus

Li dervayî welêt 156 welatiyên Tirkiyeyê ji ber Kovîd-19ê mirin

Wezîrê Karên derva Mevlut Çavuşoglu: "Mixabin ku li dervayî welêt 156 welatiyên me ji ber vîrusê mirin. Me kêm zêde cenazeyê 50 welatiyên xwe anîn welatê xwe"

Elif Irmak  | 05.04.2020 - Rojanekırın : 05.04.2020
Li dervayî welêt 156 welatiyên Tirkiyeyê ji ber Kovîd-19ê mirin

Ankara

Wezîrê Karên derva Mevlut Çavuşoglu eşkere kir ku jimara welatiyên Tirkiyeyê yên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li dervayî welêt mirin derket 156an.

Wezîr Çavuşoglu der barê geşedanên herêmî û navneteweyî yên der barê şewba Kovîd-19ê da li CNN Turkê nirxandin kirin.

Çavuşoglu diyar kir ku xebatên ji bo ku welatiyên Tirkiyeyê yên ji ber Kovîd-19ê li dervayî welêt di rewşeke dijwar da ne bînin welêt didomînin û got ku "Me heta îro nêzî 55 welatan biqasî 25 hezarî welatiyên xwe anîn welêt."

Çavuşoglu diyar kir ku kesên ji dervayî welêt tînin di 14 rojan da li karantînayê da tên girtin û agahiya "Me ji 1ê nîsanê va 2 hezar û 476 welatiyên xwe anîn welatê xwe. Me di 2 rojên dawîn da ji Kuweytê 644 welatiyên xwe texliye kirin. Em plan dikin ku balafireke din rakin."

Çavuşoglu destnîşan kir ku ji Cezayirê bi du seferên ku duh hatin kirin 537 welatî anîn welêt û îşev dê bi 3 balafirên din nêzî hezarî welatî bên.

- "Em ê sibê dest pê bikin û welatiyên xwe yên li Erebistana Siûdî jî bînin"

Çavuşoglu behs kir ku ji Iraqê komeke ji 334 kesî pêk tê jî ji Iraqê anîn welêt û got ku "Em ê di 7-8ê nîsanê da bi 4 seferên cuda welatiyên xwe ji wir bînin."

Çavuşoglu got ku ji aliyê din va 144 ajokarên TIRan ên ku li hin herêmên Fransayê asê mabûn ji ser Marsîlyayê anîn Tirkiyeyê û ragihand ku îro ji Qeredaxê jî bi 3 balafiran 479 welatî vegeriyan welêt.

Çavuşoglu wiha axivî:

"Em ê bi du seferên ku dê sibê ji cÎdeyê bikin welatiyên xwe yên li Erebistana Siûdî jî bînin. Nêzî 2 hezarî serlêdan hene. Her wiha dora 360î welatiyên umrevan jî hene. Ew hemû welatiyên me yên ku Wezareta me ya Tenduristiyê di çarçoveya karantînaya wargehên me da aniye welatê me. Hin welatiyên me dibêjin ku 'Teqez bînin', hin welatiyên me jî dibêjin ku 'Bila neyên'. Welatên herî biçûk jî welatiyên xwe tînin. Helbet welatekî wekî Tirkiyeyê divê welatiyên xwe yên li dervayî welêt li wir nehêle."

Çavuşoglu destnîşan kir ku maweya karantînayê ya li Tirkiyeyê jî bi awayekî tund tê tetbîqkirin û got ku mecbûr in ku tenduristiya welatiyên li welêt jî bifikirin.

Wezîr Çavuşoglu wiha axivî: "Li Kanadayê komeke me yê xwendekaran a kêmzêde ji 400 kesî pêk tê heye. Bi du seferên cuda yên rêhewayên Pakistanê, li wir xwendekarên Pakistanî jî hene, em ê înşeallah di 7-8ê nîsanê da wan jî bînin welatê xwe."

- "156 welatiyên me yên li dervayî welêt ji ber vîrusê mirin"

Ji aliyê din va Çavuşoglu agahiya "Mixabin ku li dervayî welêt ji ber vîrusê 156 welatiyên me mirin. Me kêm zêde 50 cenazeyên welatiyên xwe anîn Tirkiyeyê."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın