Koronavîrus

Li Afrîkayê mirina ji ber Kovîd-19ê di hefteya dawîn da ji sedî 40 zêde bû

Gökhan Kavak  | 22.06.2021 - Rojanekırın : 23.06.2021
Li Afrîkayê mirina ji ber Kovîd-19ê di hefteya dawîn da ji sedî 40 zêde bû

Istanbul

 Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) diyar kir ku li Afrîkayê mirina ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) di hefteyeke dawîn da ji sedî 40 zêde bû.

Tedros Ghebreyesusê Direktorê Giştî yê RTDyê di Foruma Hilberîna herêmî ya Dinyayê da axivî û diyar kir ku li parzemînê bi qasî têrê bike amûrên parastina şexsî û aşî tunin.

Ghebreyesus destnîşan kir ku kêmasî barê nexweşiyê giran dike, di hefteyeke dawîn da mirina ji ber Kovîd-19ê ji sedî 40 zêde bû.

Ghebreyesus got, "Afrîka niha bi nexweşiyeke dijwar ra rû bi rû maye."

Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 5 milyon û 273 hezarî derbas bû, hejmara miriyan jî ji 138 hezarî derbas bû.

Li parzemînê pêketî herî zêde li Komara Afrîkaya Başûr, Fas, Tûnis, Misir, Etiyopya û Lîbyayê hatin tesbîtkirin.

Dîsa li parzemînê ji ber vîrusê herî zêde meriv li Komara Afrîkaya Başûr, Misir û Tûnisê mirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.