Tirkiye, Koronavîrus

Kesên seyahet bikin ew ê ji kontrola tenduristiyê werin derbaskirin

Haydar Şahin  | 28.03.2020 - Rojanekırın : 29.03.2020
Kesên seyahet bikin ew ê ji kontrola tenduristiyê werin derbaskirin

Ankara

Welatiyên ku dê di navbera bajaran da herin û werin yê li derketin û ketina bajaran ji kontrola tenduristiyê werin derbaskirin.

Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê sitandin, rêwiyên ji bo îro ji saet 17.00an pê va bi otobêsan ji bajêr derkevin ji walîtiyê destûr sitandin an jî kesên bi wesayîtên xwe yên taybet seyahet bikin ew ê li derketin û ketina bajaran ji kontrola tenduristiyê werin derbaskirin.

Di kontrolan da ew ê ji rêwiyan bipirsin ku diçin ku derê, agirê wan were kontrolkirin. Kesên ku agirê wan zêde derkevin jî ew ê 14 rojan di karantînayê da bimînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın