Koronavîrus

Jimara pêketiyên Kovîd-19ê yên li gor bajaran ku di her 100 hezar kesî da tê dîtin eşkere bû

Burcu Çalık Göçümlü  | 30.11.2021 - Rojanekırın : 30.11.2021
Jimara pêketiyên Kovîd-19ê yên li gor bajaran ku di her 100 hezar kesî da tê dîtin eşkere bû

Ankara

Wezîrê Tenduristiyê Fahretîn Koca ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî li gor bajaran di 13-19ê mijdarê da jimara pêketiyên Kovîd-19ê ya ku di her 100 hezar kesî da hat tesbîtkirin, eşkere kir.

Li gor vê jimara pêketiyên Kovîd-19ê, di navbera 13 û 19ê Mijdarê da, di her 100 hezar kesî da li Stenbolê 277,88, li Enqereyê 197,20 û li Îzmirê jî 70,02 ye.

Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û li gor bajaran jimara pêketiyên Kovîd-19ê ya ku beranberî 100 hezar kesan e, eşkere kir û got ku gorî hefteya borî di nav 10 bajarên pêketî lê herî zêde bûn da Tuncelî, Edene, Gumuşhane, Mêrsîn, Sînop, Hatay, Burdur, Kilîs, Gîresun û Mêrdîn bi cî bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.