Dinya, Koronavîrus

Ji Tirkiyeyê 40 hezar aşiya Kovîd-19ê ya din jî ji Qibrîsê ra hat şandin

Muhammet İkbal Arslan  | 20.04.2021 - Rojanekırın : 21.04.2021
Ji Tirkiyeyê 40 hezar aşiya Kovîd-19ê ya din jî ji Qibrîsê ra hat şandin

Lefkoşa

 Tirkiyeyê di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da 40 hezar doz aşiya Sinovacê ya din jî ji Komara Tirk a Qibrîsa Bakur ra şand.

Balafira ambulans a Wezareta Tenduristiya Tirkiyeyê ya aşî birin, saet 01.30yî da li Balafirgeha Ercanê danî. Aşî radestî karbidestên Wezareta Tenduristiya Qibrîsê kirin.

Bi radestkirina vê carê va miqdara aşiyan a ku Tirkiyeyê ji Qibrîsê ra şand gihîşt 140 hezarî.

Serokwezîrê Komara Tirk a Qibrîsa Bakur Ersan Saner di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha gotibû, "Em têkoşîna xwe ya dijî Kovîd-19ê bi piştgiriya gelê me û ya Tirkiyeyê va bi awayekî çalak dimeşînin. Îşev ji dayikwelat Tirkiyeyê dê 40 hezar aşiya SINOVACê ya din jî were welêt. Em ji dil sipasiya dayikwelat Tirkiyeyê dikin. Em pabendî rêgez û sînordarkirinan bin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.