Tirkiye, Koronavîrus

Ji Serokomar Erdogan peyama bideng ya li hember vîrusa koronayê

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku li Tirkiyeyê li dijî vîrusa koronayê têkoşîneke dijwar tê dayîn û got, "Ji bo vîrus di nav gelê me da kêm belav bibe em bi şev û bi roj dixebitin."

Haydar Şahin  | 21.03.2020 - Rojanekırın : 21.03.2020
Ji Serokomar Erdogan peyama bideng ya li hember vîrusa koronayê

Istanbul

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku li Tirkiyeyê li dijî vîrusa koronayê têkoşîneke dijwar tê dayîn û got, "Ji bo vîrus di nav gelê me da kêm belav bibe em bi şev û bi roj dixebitin."

Erdgoan li ser hesabê xwe yê Twitterê peyam parve kir û li di vîrusa koronayê bi peyama bideng bangî welatiyan kir.

Erdogan di peyamê da got, "Li dijî vîrusa koronayê em têkoşîneke mezin didomînin. Vîrus tesîrê herî zêde li ser kal û pîran û kesên nexweşiyên kronîk bi wan ra hene dike." û wiha pê da çû:

"Wekî ku hun jî dizanin Tirkiye li dijî vîrusa koronayê ya hemû dinya hildaye bin bandora xwe têkoşîneke mezin dide. Ji bo vîrus di nav gelê me da kêm belav bibe em bi şev û bi roj dixebitin. Vîrus tesîrê herî zêde li ser kal û pîran û kesên nexweşiyên kronîk bi wan ra hene dike. Rica dikim vê qet ji bîra xwe dernexin û bala xwe bidin kal û pîran û kesên nexweşiyên kronîk bi wan ra hene."

Serokomar Erdogan got ku bi taybetî guh bidin rêgezên hijyenê û wiha pê da çû:

Mesafeya civakî heta ji destê we tê zêde bikin, hetanî mecbûr nemînin jî ji malên xwe dernekevin. Bala xwe bidin daxuyaniyên wezaret û saziyên me. Ji bo xizmetên dewletê, danûstandinê, têkiliya eqrebeyan teknolojiya înternetê bi kar bînin, îbadetên xwe li malê bikin, hetanî ji destê we tê ziyaretvanan qebûl nekin. Dema xwe li malên xwe derbas bikin.

Ji hemû welatiyên me yên ku di têkoşîna dijî vîrusê da li cem me sekinîn ra sipas dikim. Înşallah em ê bi hev ra ji van rojên zor xilas bibin."

Hersê operatorên têlefona destan li kesên ji 50 salî mezintir digerin vê peyamê bi wan didin guhdarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.