Tirkiye, Koronavîrus

Ji bo 135 AVMyên ku tedbîrên Kovîd-19ê binpê kirin cezayê pere, der heqê rêveberiyên 18 AVMyan da jî gilîdarî

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, li tevahiya welêt li ciyên bazaran, navendên danûsitandinê û wesayîtên veguhestina giştî di navbera 26-29ê mijdarê da kontrolên "şewba vîrusa koronayê" hatin kirin.

Önder Beyter  | 01.12.2020 - Rojanekırın : 01.12.2020
Ji bo 135 AVMyên ku tedbîrên Kovîd-19ê binpê kirin cezayê pere, der heqê rêveberiyên 18 AVMyan da jî gilîdarî

Ankara

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, li tevahiya welêt li ciyên bazaran, navendên danûsitandinê û wesayîtên veguhestina giştî di navbera 26-29ê mijdarê da kontrolên "şewba vîrusa koronayê" hatin kirin.

Di kontrolan da 80 hezar û 637 personel beşdar bûn û 24 hezar û 695 ekîbên kontrolê peywir bi cih anîn. Ekîban 8 hezar û 168 ciyên bazaran, 116 hezar û 854 wesayîtên veguhestina giştî û AVM kontrol kirin.

Di kontrolan da cezayê pere li 135 navendên danûsitandinê (AVM) hat birîn, der heqê rêveberiyên 18 AVMyan da jî li dozgeriyên komarê serîlêdana gilîdariyê hat kirin.

Di kontrolan da her wisa cezayê pere li 18 hezar û 747 kesên ku maske nedabûn ber devê xwe hat birîn, dîsa der heqê 3 hezar û 615 kesên ku rêgez binpê kirin da jî serîlêdana gilîdariyê hat kirin.

Li ciyên bazaran kontrolên zêde

Di kontrolan da 116 hezar û 854 wesayîtên veguhestina giştî hatin kontrol kirin, hat tesbîtkirin ku 267 wesayîtên veguhestina giştî pabendî sînordarkirina kapasîteyê nebûn. Cezayê pere li 586 wesayîtên veguhestina giştî ku tedbîr binpê kirin, hat birîn.

Her wisa li 8 hezar û 168 ciyên bazarê yên ku hatin kontrolkirin, li 557 esnafên bazarê ku pabendî tedbîran nebûn, cezayê pere hat birîn.

Dîsa ekîban der heqê xwedî, karger an jî ajokarên 504 wesayîtên veguhestina giştî û her wiha 5 esnafên bazarê da serîlêdana gilîdariyê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.