Tirkiye, Koronavîrus

Heyama "sînordarkirina tevayî" qediya, heyama "normal a gavbigav" dest pê kir

Hamdi Çelikbaş  | 17.05.2021 - Rojanekırın : 18.05.2021
Heyama "sînordarkirina tevayî" qediya, heyama "normal a gavbigav" dest pê kir

Ankara

 Li seranserê Tirkiyeyê qedexeya derketina derva ya ji ber sînordarkirina tevayî ya ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 29ê nisanê roja pêncşemê saet 19.00î da dest pê kiribû îro ji saet 05.00î pê va qediya. Heyama normal a gavbigav ya ku wê heta 1ê hezîranê saet 05.00î dewam bike, dest pê kir.

Di 26ê nîsanê da li Kuliyeya Serokomariyê Civîna Kabîneya Serokomariyê çêbûbû û piştî vê civînê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bangî gel kiribû.

Erdogan gotibû ji bo tevdîrên Kovîd-19ê li seranserê Tirkiyeyê ji 29ê nisanê roja pêncşemê saet 19.00î pê va qedexeya derketina derva wê dest pê bike û ewê heta 17ê gulanê roja duşemê saet 05.00î dewam bike.

Di vê çarçoveyê da Wezareta Karên Navxweyî ji waliyên 81 bajaran ra danezanek şandibû û qedexeya derketina derva dest pê kiribû. Lê ji bo ku di qadên tenduristî, çandinî, hilberîn û îmalatê da pirsgirêk çênebe ji bo hin xebatkaran û kargehan destûr hatibû dayîn.

Li gor vê danezanê ji 10 milyon kesên ku wê bixebitin ra li ser e-devletê belgeya destûr ya kar hatibû dayîn.

Di dema qedexeyê da market, qesab, sebzefiroş û kesên xwarin û xurekê difroşin di navbera saet 10.00-17.00an da kargehên xwe vekirin û xebitîn. Van deran xizmeta servîsa pakêtê ya ji bo malan jî dan. Marketên mezin ji bilî roja yekşemê 6 rojan xebitîn û rojek girtî man.

- Rewşa normal a gavbigav ya 15 rojan dest pê kir

Li seranserê Tirkiyeyê qedexeya derketina derva ya ku 29ê nîsanê roja pêncşemê saet 19.00î da dest pê kiribû, îro ji saet 05.00î pê va qediya, heyama normal a gavbigav ya ku wê heta 1ê hezîranê saet 05.00î dewam bike dest pê kir.

Wezareta Karên Navxweyî duh ji walîtiyan ra giştînameya bi mijara "Tevdîrên Normalbûnê ya Gavbigav" şand.

Li gor giştînameyê 17ê gulanê roja duşemê ji saet 05.00î heta 1ê hezîranê roja sêşemê saet 05.00î tevdîrên heyama normalîzebûna gav bi gav wê were sepandin.

- Kesên temenê wan 65 û jê mezintir in û aşî li xwe nexistine wê di nav hefteyê saet navbera 10.00 û 14.00î da bikaribin derkevin derva

Di heyama normalîzebûna gavbigav da ji welatiyên 65 û jortirî 65an kesên ku her du doz aşî bûne û ji bo kesên ku ji 18 salan piçûktir in, sînordarkirina derketina derva wê tunebe, kesên temenê wan 65 û jê mezintir in û aşiya Kovîd-19 li xwe nexistine wê tenê di nav hefteyê saet navbera 10.00 û 14.00î da bikaribin derkevin derva.

Di heyama rewşa normal ya ku wê bi qedeme dewam bike da di nav hefteyê navbera saet 21.00-05.00î da, di dawiya hefteyê da jî ji roja înê saet 21.00î heta roja duşemê saet 05.00î derketina derva wê bê qedexekirin.

- Seyahata di navbera bajaran da wê serbest be

Di heyama normalîzebûna gavbigav da di roj û dema ku sînordarkirina derketina derva tunebe da seyahata di navbera bajaran da wê serbest be, di vê heyamê da cihên xwarin û vexwarinê nava hefteyê wê di navbera 07.00-20.00î da were-hilde û serwîsa paketê, di navbera 20.00-24.00î da jî tenê wê weke serwîsa paketê xizmetê bikin.

- Navendên danûstandinê wê di nav hefteyê da vekirî bin, di dawiya hefteyê da girtî bin

Di navbera 17ê gulanê û 1ê hezîranê da qehwexane, çayxane, salonên sînameyê, kafeyên înternetê, hewzên avjeniyê û salonên werzîşê wê girtî bin.

Di heyama normalîzebûna gavbigav da navendên danûstandinê wê nava hefteyê di navbera 10.00-20.00î da vekirî bin, dawiya hefteyê girtî bin.

Di sektora perakende û xizmetê da dikanên tuhafiye, zuccaciye û xirdawatê wê nava hefteyê di navbera saetên 07.00-20.00î da vekirî bin.

Cihên bazarê wê nava hefteyê di navbera 07.00-19.00î da vekirî bin, dawiya hefteyê wê bazar ava nebe.

Dikan, market û firûn wê dawiya hefteyê di navbera 10.00-17.00î da vekirî bin.
Di heyama normalîzebûna gavbigav da li sazî û sazûmaniyên qamûyê da usûla xebata esnek wê dewam bike, saetên mesaiyê wê di navbera 10.00-16.00î da were sepandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.