Tirkiye, Koronavîrus

Gençdogana ku ji Kovîd-19ê filitî: "Min nikaribû bêhnê hildim û ji min digot qeyê ez ê ji sermana bimirim"

Rıdvan Korkulutaş  | 21.04.2021 - Rojanekırın : 22.04.2021
Gençdogana ku ji Kovîd-19ê filitî: "Min nikaribû bêhnê hildim û ji min digot qeyê ez ê ji sermana bimirim"

Bingöl

Ayşe Gençdogana 91 salî ku ji vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) filitî, qala dema nexweşiya xwe kir.

Ayşe Gençdogan li bajaroka Ilicalarê li cem Mehmet Emîn Gençdoganê kurê xwe dijî. Piştî ku testa Kovîd-19ê ya kurê wê û bûka wê pozîtîf derket, di 25ê adarê da serêşeke giran bi Gençdoganê girt, pişta wê û singê wê êşiya û malbatê cab da ekîbên tenduristiyê.

Gençdogan bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê û piştî tedqîqan teşxîsa Kovîd-19ê danîn.

Tedawiya Gençdoganê li malê dewam kir û piştî çend rojan bê hal bû, agirê wê rabû, ser û zikê wê êşiya, cemidî, tehma devê wê çû û bêhna tiştan hilneda, mehdê wê neçû tu tiştî. Vê rewşê 10 rojan dewam kir.

Piştî ku ji nexweşiyê filitîn, kurê wê û bûka wê jî nikaribûn bêhnê bistînin û mehdê wan jî neçû tu tiştî, lê piştî tedawiyê ew jî baş bûn.

Ayşe Gençdoganê ji nûçegihanê AAyê ra diyar kir, digel hemû tengasiyên ku wê kişandin, wê îbadetên xwe îhmal nekirin, lê hê jî hin tengasiyên wê dewam dikin.

- "Weke ku min jehr xwaribû"

Gençdoganê diyar kir, wê emrê xwe li gund derbas kiriye û ji ber vê jî wê xwarin û vexwarina siruştî xwar û wiha dewam kir:

"Di roja ewil a nexweşiyê da serê min pir diêşiya, pişta min diêşiya, paşê jî ricifekê ez girtim. Min xwe da ber sobeyê jî dîsa dicirifîm. Singê min, gewriya min û zikê min diêşiya, bêhna min diçikiya û min digot qeyê ez ê ji semana bimirim."

Gençdoganê daxuyand, wê ji bilî ava sar a cemedê nikaribû tiştekî bixwe û vexwe, nexweşiyê ew perîşan kir.

Gençdoganê destnîşan kir, "Ji ber vîrusê devê min hemû bû birîn. Mehdê min nediçû tu tiştî. Weke ku min jehr xwaribû. Ji ber ku lingê min ê rastê nagire, bêyî ku hinek têkevin binê milê min ez nikarim bimeşim. Ji ber wê jî ez di nexweşiyê da timî di nav cî da bûm. Hê jî nikarim bêhna xwe bistînim. Xwedê me ji îmanê mehrûm neke."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.