Tirkiye, Koronavîrus

Di têkoşîna Tirikiyeyê ya dijî koronavîrusê de 24 saetên dawîn

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de hezar û 639 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 143 hezar û 114an.

Ahmet Aydın  | 13.05.2020 - Rojanekırın : 14.05.2020
Di têkoşîna Tirikiyeyê ya dijî koronavîrusê de 24 saetên dawîn

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de hezar û 639 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 58 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 33 hezar û 332 test hatin kirin. Di vê çarçoveyê de hezar û 639 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin.

Hejmara pêketiyan gihişt 143 hezar û 114an û hejmara miriyan bi giştî gihişt 3 hezar û 952an. Herwiha bi rehetbûna 2 hezar û 826 kesan, hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 101 hezar û 715an.

Hejmara testan bi giştî gihişt milyonek û 474 hezar û 3yan. Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 998 e û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 535 in.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de cara yekê kete bin 1000î 

Wezîrê Tendirustiyê Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara nexweşên me yên di beşa nexweşiya giran de cara yekê kete bin 1000î de. Hejmara rehetbûyan 100 hezar derbas kir. Hejmara testên me nêzîka 1,5 milyon e. Hêza me ya eslî ya li dijî vîrusê maske+1,5 metre jihevdûriya civakî ye. Rîsk li cihên qerebalix e. Ji cihê wisa dûr bin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın