Ahmet Aydın
27 Sibat 2020•Rojanekirin: 02 Adar 2020
Hat ragihandin ku Cîgira Serokomarê Îranê ya berpirs ji Karûbarê Jinan û Malbatê Mesûme Êbtikar bi cura nû ya koronavîrûsê (Kovîd-19) ketiye.
Şêwirmenda Cîgira Serokomar Ferîba Ibtîhacê ji IRNAya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê re anî ziman ku Êbtikarê duh testa Kovîd-19ê kiriye û encam pozîtîf derketiye.
Ibtîhacê destnîşan kir ku Cîgira Serokomar Êbtikar li mala xwe îstirehetê dike û got, "Bi sedema egera pêketina vîrusê, hemî kesên di ekîba Cîgiriya Serokomariyê de testa xwe kirine û dên encamên wan roja şembiyê derkevin."