Tirkiye, Koronavîrus

Bi pêvajoya girtina tam 7 bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bêdeng bûn

Cüneyt Çelik, Abdullah Söylemez, Fahrettin Gök, Hüseyin Yıldız, Kemal Özdemir, Günay Nuh, Sidar Can Eren  | 30.04.2021 - Rojanekırın : 30.04.2021
Bi pêvajoya girtina tam 7 bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bêdeng bûn

Erzurum

Li Erzirom, Qers, Agirî, Îdir, Erzincan, Tuncelî û Erdexanê di çarçoveya tevdîrên têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da pêvajoya girtina tam dest pê kir.

Sînordarkirina ku di çarçoveya tevdîrên şewbê da di saet 19.00ê da dest pê kir dê 17ê gulanê roja duşemê saet 05.00ê da biqede.

Bi destpêka sînordarkirinê va welatî çûn mala xwe, ekîbên polêsan hişyarî dan kesên li derva bûn ku biçin mala xwe.

Li bajarên navbor, ekîbên polêsan belgeyên kesên derketin derva kontrol kirin û der barê rêzikên Kovîd-19ê da hişyarî da.

Kolanên Cumhuriyet, Hastane, Recep Akdag, Menderes, Yoncalik, xaçerêyên Zanîngeh û MNGyê, meydanên Yakutiye, Havuzbaşi û Kelha Erziromê û mekanên dîrokî vala man.

Li Qersê kolanên Faîkbey, Kazim Karabekir Paşa û Cumhuriyetê, li Agiriyê kolanên Cumhuriyet, Wana Kevin, Wana Nû û Kaxizmanê, li Erzincanê xaçerêya Dortyolê, kolanên Ordu, Fevzîpaşa, Halîtpaşa û 13ê sibatê, li Tunceliyê Sûka Binerdê, Meydana Seyîd Riza, Kolana Teng û Kolana Cumhuriyetê, li Erdexanê kolanên Kongre û Lîseyê, Parka Mîllî Egemenlîkê, li Îdirê Kolana Ataturk û Valî Yoluyê û Bulwara Zubeyde Xanimê bêdengî çêbû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın