Dinya, Koronavîrus

Awistralyayê aşîkirina kesên di navbera 12-15 saliyê da ya bi aşiya Pfizer-BioNtechê pesend kir

Recep Şakar  | 23.07.2021 - Rojanekırın : 24.07.2021
Awistralyayê aşîkirina kesên di navbera 12-15 saliyê da ya bi aşiya Pfizer-BioNtechê pesend kir

Queensland

 Saziya Serbixwe ya Verastikirina Derman a Awistralyayê Rêveberiya Berhemên Terapotîkê (TGA), aşîkirina kesên di navbera 12-15 saliyê da ya bi aşiya Pfizer-BioNtechê pesend kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya TGAyê da wiha hat gotin, "Xebatên klînîkê yên li ser kesên di navbera 12-15 saliyê da jî di nav da piştî nirxandina bi awayekî bi hûrgilî ya daneyên heyî yên ewle û bibandor, ji bo emilandina berwext a aşiya Pfizer-BioNtechê ya ji bo Kovîd-19ê hat pesendkirin."

Wezîrê Tenduristiyê yê Federal ê Awistralyayê Greg Hunt li ser mijarê daxuyanî da û wiha got, "TGA berî ku ji bo vê koma emr aşiya Pfizerê pesend bike, delîlên herêmî û navneteweyî bi awayekî berfireh û serbixwe nirxandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.