Tenduristî, Koronavîrus

Ajansa Derman a Ewropayê aşiya Çînê ya li Tirkiyeyê hat emilandin hilda pêşnirxandinê

Ömer Tuğrul Çam  | 04.05.2021 - Rojanekırın : 05.05.2021
Ajansa Derman a Ewropayê aşiya Çînê ya li Tirkiyeyê hat emilandin hilda pêşnirxandinê

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

 Ajansa Derman a Ewropayê (EMA) ya li Ewropayê dermanan dişopîne pêvajoya pêşnirxandina Sînovaca aşiya Çînê ji bo Kovîd-19ê çêkiribû li Tirkiyeyê jî hatibû bikaranîn da destpêkirin.

Di daxuyaniya EMAyê da hat diyarkirin ku li gor encamên ji xebatên kilînîk û laboratuvarê hatin bidestxistin biryar dan ku pêvajoya pêşnirxandina aşiyê bidin destpêkirin. Hat diyarkirin ku li gor encamên hatin bidestxistin hat dîtin ku piştî aşiyê li dijî vîruda Kovîd-19ê antîkor çêdibin.

Ajansa li gor daneyên tên nirxandina aşiyê bidomîne. Hetanî delîlan tam dest bixin ku kêr tê ew ê nirxandinê bidomînin û li gor encamê biryar bidin ku li Ewropayê were lêxistin an neyê lêxistin. Di vê pêvajoyê da ew ê binirxînin ku hela di mijarên ewlehî, qalîte û çalakbûnê da aşî li gor standardên Ewropayê kêr tê yan nayê.

Rayedarên EMAyê agahî nedan ku gelo nirxandinê çiqasî dewam bike. Lêbelê bi saya pêşnirxandinê va dema sazî ji bo bazarê serî lêxe biryarê gelekî zû were dayîn.

EMAyê berê aşiyên din jî ji pêşnirxandinê derbas kiribû û niha jî pêşnirxandina aşiyên Curevac, Nonavax, Sputnîk V.yê didomîne.

Bi vî awayî aşiya Sînovacê ya Çînê jî tevlî pêşnirxandinê kirin.

Saziyê berê jî destûr dabû ku aşiyên BioNTech-Pfizer, AstraZeneca, Moderna û Johnson and Johnsonê li Ewropayê werin lêxistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın