Tirkiye, Koronavîrus

17 karkerên Tirk ku ji Iraqê anîn li Kutahyayê li wargehê hatin bicihkirin

Yek jê jin 17 welatiyên Tirk ku li Iraqê wekî karker dixebitîn û di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da anîn welêt, li Kutahyayê di wargeha xwendekaran a Saziya Kredî û Wargehan (KYK) da hatin bicihkirin.

Önder Beyter  | 09.04.2020 - Rojanekırın : 10.04.2020
17 karkerên Tirk ku ji Iraqê anîn li Kutahyayê li wargehê hatin bicihkirin

Kütahya

 Yek jê jin 17 welatiyên Tirk ku li Iraqê wekî karker dixebitîn û di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da anîn welêt, li Kutahyayê di wargeha xwendekaran a Saziya Kredî û Wargehan (KYK) da hatin bicihkirin.

Bi xebata hevbeş a Wezaretên Karên Derva, Karên Navxweyî, Tenduristî û Veguhestin û Binesaziyê ya di kordînasyona Alîkarê Serokomar Fuat Oktay va yek jê jin 17 kes bi balafira ku ji paytextê Iraqê Bexdayê rabû, anîn Balafirgeha Hasan Polatkan a Zanîngeha Teknîkê ya Eskîşehirê.

Karkerên ji balafirê peya bûn, piştî kontrola tenduristiyê ligel beşdariya ekîbên polês û AFADê bi otobus û minîbusekê va birin Kutahyayê.

Welatiyên ku ligel tedîbên ewlekariyê hatin veguhestin, li Wargeha Xwendekaran a KYK Emine Gulbaharê hatin bicihkirin.

Ekîbên polêsan li kêleka avahiyan tedbîrên ewlehiyê sitandin.

Pêwîstiyên kesên ku dê di 14 rojan di bin çavdêriyê da bimînin, dê bi destê Walîtiya Kutahyayê, Midûriyeta Tenduristiya Parêzgehê, Midûriyeta Ciwanî û Werzişê ya Parêzgehê û Heyva Sor a Tirk bên dabînkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın