Tenduristî, Koronavîrus

Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 130 hezar û 852yan"

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 931 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 130 hezar û 852yan.

Ahmet Aydın  | 03.06.2020 - Rojanekırın : 04.06.2020
 Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 130 hezar û 852yan"

Ankara

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Pêvajoya normalîzebûnê vegera adetên berê nîn e. Heke pabendê rênimayan nebin dibe ku em vegerin serî."

Wezîr Koca piştî civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê daxuyanî dan.

Koca di daxuyaniya xwe de got, "Em jibîr nekin, em venegeriyane şertên asayî, lêbelê em bi aweyekî plandar hewl didin vegerin şertên normal. Pabendiya rênimayan tê wateya normalîzebûna şertên perwerdeyê. Pêdivê heta teqwîma nû destpê bike em zarokan ji şertên ewle re amade bikin."

Koca got, "Piştî 1ê hezîranê ve heke pabendiya rênimayan tune be, eşkere ye ku dê nexweşê zêdetir belav bibe. Maske her çiqas ji sedî sed nebe jî tebîreke baş e. Ez ji welatiyên ku vê tedbîrê îhmal dikin yaxud weke pêwîst bikar nabin, rica dikim bila cidiyeta mijarê bibîr bînin. Pêvajoya normalîzebûnê vegera adetên berê nîn e. Heke pabendê rênimayan nebin dibe ku em vegerin serî. Maske û jihevdûriya 1,5 metroyî ji tebîrên pêwîst in. Tenê bi pabendiya yekê ji herduyan dibe ku têr neke."

"Em dikarin bêjin em çaverêya pêleke duyemîn nîn in"

Wezîrê Tendirustiyê Koca got,"Di şert û mercên heyî de, dema em feraseta we ya di warê şewbê û pabendiya rênimayan jî berbiçav bigirin, em dikarin bêjin em çaverêya pêleke duyemîn nîn in. Dema hûn çûn cihên qerebalix ên weke firoşgehên mezin, ji kerema xwe re ji 3 saetan zêdetir nemînin. Êdî dê nexweşxaneyên me vegerin xizmetguzariya asayî, dê polîklînêkên me ji berê zêdetir bi nexweş û nexweşiyan re mijûl bin, dê ji bo dermankirinên texîrkirî randevuyan bidin."

"Hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 130 hezar û 852yan"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên rojane yên derbarê koronavîrusê parve kirin.

Li gorî wê îro 52 hezar 305 test hatin kirin. Hejmara testan bi giştî gihişt 2 milyon û 155 hezar û 3494an. Di 24 saetên dawîn de 867 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 166 hezar û 422an. 24 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 609an. Herwiha bi rehetbûna 931 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 130 hezar û 852yan.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 612 e û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 261 in.

Wezîrê Tendirustiyê Koca wiha pê de çû:

"Bejayî xuya dike, lê hê derya zelal nebûye. Hinek pêl hene ku pêdivê em xwe jê bistirînin. Heta yek pêketin jî hebe rîska belavbûnê dê bidome. Dîtina pêketina dawîn di demeke herî nêz de, bi pabendiya rênimayan mumkun e. Li ser sererastkirinekê xebat heye ku yên 65 salî û mezintir bikaribin zêdetir derkevin derve."

Wezîr Koca ragihand ji bo sînordarkirina derketina derve di dawiya hefteyê de, biryareke giştî derneketiye, dibe ku li gorî rêjeya pêketiyên Kovîd-19ê, li hinek wîlayetan bê ragihandin.

- Veguhastina komî di çarçoveya Kovîd-19ê de

Wezîr Koca derbarê veguhastina komî di çarçoveya Kovîd-19ê de wiha got, "Di nava bajêr de dê zêdetir ji hejmara rûniştekan, rêwî neyên siwarkirin."

Koca wiha jî got, "Dema pêwîst bû, serlêdana saziyên tendirustiyê bikin, em vê ji ser pergala MHRSê bikin. Heke zarûrî nebe neçin saziyên tendirustiyê."

Wezîrê Tendirustiyê Koca got, "Di meha adarê ji sedî 23yê pêketiyan yên ku li nexweşxaneyan razandî bûn. Nuha ew rêje bûye ji sedî 2,31. Hingî barê nexweşxaneyan girantir bû."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın