Tenduristî, Koronavîrus

Wezareta Tenduristiyê daneyên Kovîd-19ê yên heftane eşkere kirin

Ahmet Sertan Usul   | 28.06.2022
Wezareta Tenduristiyê daneyên Kovîd-19ê yên heftane eşkere kirin

Ankara

 Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê yên Kovîd-19ê yên heftane, di 13-19ê Hezîranê da testa 10 hezar û 954 kesan pozîtîf derket, 19 kes mirin.

Tabloya Heftane ya Vîrusa Koronayê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" hat parvekirin.

Li gorî vê, di 13-19ê Hezîranê da testa 10 hezar û 954 kesan pozîtîf derket, 19 kes mirin, 7 hezar û 653 kes jî baş bûn.

Hejmara pêketiyên heftane yên ku di nîvê ewil ê hezîranê da der dora 7 hezar û 500î bû, vê hefteyê bi qasî ji sedî 50 zêde bû.

Ji 11ê Adara 2020î vir va ku li Tirkiyeyê waqieya ewil a Kovîd-19ê hatibû tesbîtkirin, hejmara pêketiyan derket 15 milyon û 96 hezar û 969an, 99 hezar û 15 kes jî mirin. Heta niha 147 milyon û 818 hezar û 598 doz jî aşî hat kirin.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî zêde ye; Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklareli, Çanakkale, Eskîşehir, Balîkesîr, Manîsa û Zonguldak in.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî kêm e; Şanliurfa, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Bingol, Mûş, Mêrdîn, Bidlîs, Agirî û Elezîz in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın