Koronavîrus

Wezîrê Tenduristiyê Koca: "Di nav nexweşan da hejmara ciwanên aşî li xwe nexistine zêde bû"

Kemal Karadağ   | 13.10.2021
Wezîrê Tenduristiyê Koca: "Di nav nexweşan da hejmara ciwanên aşî li xwe nexistine zêde bû"

Ankara

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir ku di nav pêketiyên bi Kovîd-19ê da hejmara ciwanên aşî li xwe nexistine zêde bû.

Wezîr Koca ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyam weşand û got: "Duh min li agahiyên wan kesên ku ji ber şewba Kovîd-19ê anîbûn nexweşxaneyan, mêze kir. Di nav nexweşan da hejmara ciwanên me yên ku aşî li xwe nexistine zêde bû. Kal û pîrên me yên ku aciziyeke wan a kronîk hebe heke aşî li xwe xistibin jî dîsa bi şewbê dikevin. Ciwanên me divê aşiyê li xwe bixin û kal û pîrên me jî bi baldar bin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın