Tirkiye, Koronavîrus

Qaymeqamê Milazgirê Demirer banga "aşî bibin" kir

Veysel Eşin   | 05.08.2021
Qaymeqamê Milazgirê Demirer banga "aşî bibin" kir

Muş

 Qaymeqamê Milazgira navçeya Mûşê Yîgît Yaşar Demirer bangî şêniyên navçeyê kir ku li dijî vîrusa kronayê ya nû (Kovîd-19) aşiya xwe bibin.

Demirerê Qaymeqam, Şaredar Cengiz Altin û Midûrê Ewlehiya Navçeyê Îlker Eşkî li navenda navçeyê esnaf ziyaret kirin û xwest ku hemû welatiyên ku emrê wan ji 18 salan mezintir e, aşî bibin.

Demirer paşê li Meydana Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê çadira aşiyê ziyaret kir û der barê xebatan da agahî hilda.

Demirer destnîşan kir ku rêya têkoşîna şewbê tenê aşî ye û wiha dewam kir, "Li tevahiya welêt jimara pêketiyan zêde dibe. Ji bo ku pêşî lê were girtin, divê em teqez aşî bibin. Heke jimara pêketiyên me wiha zêde bibe, dibe ku tengavkirin cardin werin rojevê. Heke em naxwazin tengavkirin werin rojevê, divê em aşî bibin. Hemd ji Xwedê ra li navçeya me seba xebatên aşîkirinê gavên girîng hatin avêtin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.