Koronavîrus

Nexweşê Kovîd-19ê yê 73 salî ku tedawiya wî di unîteya nexweşiya giran da dewam dike, bangewaziya "aşî bibin"

Cuma Sarı   | 12.09.2021
Nexweşê Kovîd-19ê yê 73 salî ku tedawiya wî di unîteya nexweşiya giran da dewam dike, bangewaziya "aşî bibin"

Şanlıurfa

 Li Siwêrega navçeya Şanliurfayê Ali Kurekenê 73 salî ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ket û tedawiya wî di unîteya nexweşiya giran da dewam dike, zehf poşman bûye ku ji ber gotegotên bêbingeh aşî nebû.

Ali Kurekenê ku aşiya Kovîd-19ê nebû, bi giliya agir, westan û bêhnçikînê serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê da.

Li vê derê testa Ali Kureken a Kovîd-19ê hat kirin û encama wê jî pozîtîf derket. Kureken ji ber ku gelek aciz bû, ji bo tedawiyê hildan unîteya nexweşiya giran.

Kurekenê ku ev bi qasî hefteyekê ye di unîteya neşiya giran da ye, ji peyamnêrê AAyê ra salixê pêvajoya dijwar da.

Kureken bal kişand, ew zehf poşman e ku ew aşî nebû û wiha dewam kir, "Ez dizanim, yên aşî dibin û pê dikevin, rewşa wan baş e. Yên aşî nabin jî axiriya wan mîna ya min, unîteya nexweşiya giran e. Ez niha zehf êş û elemê dikişînim. Xwezî aşî bûbama. Hevalno aşî bibin, hûnê poşman nebin."

Berpirsa unîteya nexweşên giran a Kovîd-19ê Doktora Pispor Sumeyra Gokdemirê diyar kir, piraniya nexweşên di unîteya nexweşiya giran da yên bêaşî ne û yên ku doza wan kêm in.

Gokdemirê diyar kir, îro roj diyar bûye, yên ku aşî nabin zûtir û asantir bi Kovîd-19ê dikevin û wiha dewam kir:

"Namzedên dayiktiyê dikarin piştî meha 3yemîn aşî bibin. Dayikên bidergûş jî dikarin aşî bibin ku ez bixwe jî dayikeke bidergûş im. Min jî aşiya xwe roja ku derket kir. Niha dozên min temam in, di aşiya min da kêmasî tuneye."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın