Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 26 hezar û 161 kesan pozîtîf derket, 221 kes mirin

Aybüke İnal Kamacı   | 19.09.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 26 hezar û 161 kesan pozîtîf derket, 221 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 335 hezar û 244 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 26 hezar û 161 kes pozîtîf derketin, 221 kesan can da.

Wezareta Tenduristiyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"yê parve kir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 335 hezar û 244 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 26 hezar û 161 kes pozîtîf derketin, 221 kesan can da. Hejmara rehetbûyan jî 24 hezar û 23 ye.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 84,74 ya doza duyem jî weke 67,51 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta niha li Tirkiyeyê bi giştî 104 milyon û 894 hezar û 94 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 300 hezar û 878 kesan doza yekem û duyem û sêyem derzî li xwe dane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın