Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 23 hezar û 759 kesan pozîtîf derket, 192 kes mirin

Aybüke İnal Kamacı   | 28.11.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 23 hezar û 759 kesan pozîtîf derket, 192 kes mirin

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 358 hezar û 274 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 23 hezar û 759 kes pozîtîf derketin, 192 kesan can da.

Wezareta Tenduristiyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"yê parve kir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 358 hezar û 274 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 23 hezar û 759 kes pozîtîf derketin, 192 kesan can da. Hejmara kesên ku qenc bû jî 25 hezar û 103 ye.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza duyem weke ji sedî 81,08, ya doza yekem jî weke ji sedî 90,52 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta niha li Tirkiyeyê bi giştî 120 milyon û 58 hezar û 425 aşî hatiye kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın