Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa 69 hezar û 658 pozîtîf derket 157 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 418 hezar û 253 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 69 hezar û 658 pozîtîf derketin, 157 kes mirin.

Aybüke İnal Kamacı   | 18.01.2022
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa 69 hezar û 658 pozîtîf derket 157 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 418 hezar û 253 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 69 hezar û 658 pozîtîf derketin, 157 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 418 hezar û 253 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 69 hezar û 658 pozîtîf derketin, 157 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 77 hezar û 612 ye.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,30 a doza duyem jî weke 84,07 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta nuha 139 milyon û 865 hezar û 637 doz aşî hatiye kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.