Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 21 hezar û 655 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 213 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 350 hezar û 385 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 21 hezar û 655 pozîtîf derketin, 213 kes mirin.

Yeşim Sert Karaaslan   | 28.11.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 21 hezar û 655 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 213 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 350 hezar û 385 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 21 hezar û 655 pozîtîf derketin, 213 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 350 hezar û 385 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 21 hezar û 655 kes pozîtîf derketin, 213 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 20 hezar û 7 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 90,54 a doza duyem jî weke 81,12 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta nuha 120 milyon û 114 hezar û 498 doz aşî hatiye kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.