Koronavîrus

Li Japonyayê yên ji 65an jor dê serê 2022yan doza sêyemîn a aşiyê bibin

Ahmet Furkan Mercan   | 26.09.2021
Li Japonyayê yên ji 65an jor dê serê 2022yan doza sêyemîn a aşiyê bibin

Tokyo

Japonya di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da dê kesên ji 65an jor serê salê doza sêyemîn a aşiyê bike.

Wezîrê Reformê û Berpirsê Aşiyên Kovîd-19ê Kono Taro ragihand ku ew dixwazin tedbîrên dijî varyantên vîrusê zêdetir bikin.

Kono da bibîrxistin ku Wezareta Tenduristî, Xebat û Pêşketinê nava hefteyê biryar da, kesên ku ji ser doza wan a duyemîn ra 8 meh derbas bûye, dikarin doza sêyemîn bibin.

Kono destnîşan kir, personelê tenduristiyê berî ku sal bi dawî bibe, yên ji 65 saliyê jor jî dê serê sala din doza sêyemîn a aşiyê bibin.

Li Japonyaya ku nifûsê wê 126 milyon e, li hemberî Kovîd-19ê aşîkirina xebatkarên tenduristiyê sibatê, ya kesên ji 65an jor jî nîsanê dest pê kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın