Koronavîrus

Li Amerîkayê hejmara eyaletên lê varyanta Omicronê hat tesbîtkirin derket 12an

Esin Eşkinat Sayılgan   | 05.12.2021
Li Amerîkayê hejmara eyaletên lê varyanta Omicronê hat tesbîtkirin derket 12an

New York

NEW YORK (AA) - Hat ragihandin, varyanta Omicronê ya cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ya ku cara ewil li Afrîkaya Başûr derket holê û bû sedema tirsê, li Amerîkayê li 12 eyaletan herî kêm di 20 kesan da hat tesbîtkirin.

Varyanta Omicronê ya ku li welêt cara ewil li Californiayê derket holê, li eyaletên Colorado, Hawaii, Maryland, Massachusetts, Minnesota, Missouri, Nebraska, New Jersey, New York, Pennsylvania, Utahê jî hat tesbîtkirin.

Hat diyarkirin, beşek ji pêketiyên tesbîtkirî ji welatên li başûrê Afrîkayê hatine, lê yên mayîn jî van dawiyan seyahet nekirine.

Hat destnîşankirin, pêketiyên nû yên ku li Amerîkayê hatin tesbîtkirin, rewşa wan ewqas giran nîne ku li nexweşxaneyê bên razandin, lêbelê di enfeksiyonên Kovîd-19ê da bi derbasbûna demê ra dibe ku nexweşî li mirovan giran bike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın