Koronavîrus

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 344 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Muhammet Kurşun   | 20.09.2021
Li Îranê di 24 saetên dawîn da 344 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

İran

 Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 344 zêde bû û derket 117 hezar û 526an.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 17 hezar û 397 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 2 hezar û 593 kes li nexweşxaneyê hatin razandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 344 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 117 hezar û 526an, jimara pêketiyan jî derket 5 milyon û 442 hezar û 232yan.

Li welêt jimara testên ku hatine kirin, derket 31 milyon û 113 hezar û 929an.

Wezaretê diyar kir, heta niha 30 milyon û 302 hezar û 983 kes doza ewil a aşiyê bûye, 14 milyon û 120 hezar û 965 kes jî her du dozên aşiyê bûne.

Bi tevahî 44 milyon û 423 hezar û 948 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın