Koronavîrus

Wezareta Tendirustiyê: "Di 24 saetên dawî de li 2704 kesî Kovîd-19 hat tesbîtkirin"

Wezareta Tendirustiyê daxuyand, "Di 24 saetên dawî de li 2704 kesî Kovîd-19 hat tesbîtkirin, 46 kes mirin, hejmara pêketiyan gihişt 13 hezar û 531ê û hejmara miriyan jî gihişt 214an."

Ahmet Aydın   | 31.03.2020
Wezareta Tendirustiyê: "Di 24 saetên dawî de li 2704 kesî Kovîd-19 hat tesbîtkirin"

Ankara

Wezareta Tendirustiyê daxuyand, "Di 24 saetên dawî de li 2704 kesî Kovîd-19 hat tesbîtkirin, 46 kes mirin, hejmara pêketiyan gihişt 13 hezar û 531ê û hejmara miriyan jî gihişt 214an."

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya wezaretê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir.

Wezîr Koca got, "Rêjeya me ya testê li gorî duhê ji sedî 25,2 zêde bû. Hejmara navendên me yên testê gihişt 75an. Di tesbîtkirina pêketiyên pozîtîf de em xurttir in û bi avantaj in. Em destberdariya îzolasyona civakî nekin. Temas=Rîsk. Rica dikim jibîr nekin."

Li gorî tabloyê bi giştî 92 hezar û 403 test hatine kirin. Hejmara pêketiyan bi giştî bû 13 hezar û 531, heta nuha 214 kesan canê xwe ji dest dane. Hejmara nexweşên di beşa nexweşiyên giran de 847, yên di beşa entubasyonê de 622 ne. Hejmara nexweşên ku ji Kovîd-19ê dermankirina wan qediya û taburcî bûn bû 243.

Hejmara testên ku îro hatin kirin 15 hezar û 422, hejmara pêketiyan 2 hezar û 704, hejmara yên ku wefat kirin jî weke 46 hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın