Tirkiye, Koronavîrus

Wezareta Karên Navxweyî: Tedbîrên Kovîd-19ê sibê dê bi berfirehî bên kontrolkirin

Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li ser asta welêt, tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) sibê dê bên kontrolkirin.

Önder Beyter   | 16.09.2020
Wezareta Karên Navxweyî: Tedbîrên Kovîd-19ê sibê dê bi berfirehî bên kontrolkirin

Ankara

 Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li ser asta welêt, tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) sibê dê bên kontrolkirin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat destnîşankirin ku der heqê kontrolên ku dê bên kirin da ji hemû walîtiyan ra giştîname hat şandin.

Li gorî giştînameyê, ji bo ku li dijî Kovîd-19ê têkoşîneke çalak û bibandor were dayîn, li hemû parêzgeh û navçeyan bi beşdariya walî, qaymeqam, şaredar, mixtar û hêzên ewlekariyê va sibê wê tevdîrên dijî Kovîd-19ê bên kontrolkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın