Tirkiye, Koronavîrus

Wezareta Karên Navxweyî der barê civînên meclisên giştî yên şaredarî û bajaran da giştînameyek weşand

Türkan Tosun   | 26.03.2020
Wezareta Karên Navxweyî der barê civînên meclisên giştî yên şaredarî û bajaran da giştînameyek weşand

Ankara

Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da ji 81 walîtiyan ra giştînameyek şand û telîmat da ku civînên şaredariyên mezin, şaredariyên bajêr, navçe û bajarokan, meclisên îdareyên herêmî û meclisên giştî yên bajaran yên ku wê di meha nîsan, gulan û hezîranê da bihatana kirin, bila bên taloqkirin.

Li gor daxuyaniya Wezaretê ji ber ku şewba Kovîd-19yê zû belav dibe, der barê cihên civakî da jî tevdîr tên dîtin.

Di vê çarçoveyê da ji 81 walîtiyan ra giştînameyek hat şandin.

Di giştînameyê da hat gotin ji bo ku rê li ber şewbê bê girtin û tenduristiya welatiyan bê parastin der barê xebatên şaredariyên mezin, şaredariyên bajêr, navçe û bajarokan, meclisên îdareyên herêmî û meclisên giştî yên bajaran da jî tevdîr hatin dîtin.

Hat gotin li gor madeyên 27 û 72yemîn ên Qanûna Hiffisihha a Umumî ya ku hejmara wê 1593 e civînên şaredariyên mezin, şaredariyên bajar, navçe û bajarokan, meclisên îdareyên herêmî û meclisên giştî yên bajaran yên ku wê di meha nîsan, gulan û hezîranê da bihatana kirin bila bên taloqkirin.

Hat destnîşankirin heke civînek mecbrî be, ji bo ku kar bimeşe divê tevdîrên tenduristiyê bên dîtin û li gor mewzuatê civîneke derasayî bi destûrê va bê kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.