Koronavîrus

Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Di 24 saetên dawîn de 15 nexweşên me canê xwe ji dest dan"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca ragihand, "Di 24 saetên dawîn de 5 hezar û 35 test hatin encamdan. 561 teşxîs hatin kirin. 15 nexweşên me canê xwe ji dest dan."

Ahmet Aydın   | 26.03.2020
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Di 24 saetên dawîn de 15 nexweşên me canê xwe ji dest dan"

Ankara

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca ragihand ku ji ber cureya nû ya koronavîrusê (Kovîd-19) 15 kesên din canê xwe ji dest dane û hejmara nexweşên ku heta nuha mirine gihiştiye 59an.

Wezîr Koca di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Twitterê de got, "Di 24 saetên dawîn de 5 hezar û 35 test hatin encamdan. 561 teşxîs hatin kirin. 15 nexweşên me canê xwe ji dest dan. Hejmara nexweşên me yên heta nuha mirine bû 59. Hejmara giştî ya pêketiyan 2 hezar û 433 ye. Ka em hewl bidin ku bi bê rîsk bijîn. Tişta ku me bi jiyanê ve bibeste tedbîr in."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın