Tirkiye, Koronavîrus

Teyareya partiya nû ya aşiya CoronaVacê ya Sînovacê bar kiribû gihîşt Tirkiyeyê

Barış Gündoğan   | 12.05.2021
Teyareya partiya nû ya aşiya CoronaVacê ya Sînovacê bar kiribû gihîşt Tirkiyeyê

Ankara

 Teyareya partiya teze ya CoronaVaca aşiya Sînovacê bar kiribû hat Tirkiyeyê.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê da hat diyarkirin ku teyareya partiya nû bar kiribû îro ber destê sibê hate Balafirgeha Esenboxayê ya Enqereyê.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku piştî çend hefteyan aşiya CoronaVacê dîsa anîn Tirkiyeyê û wiha hat gotin: ""Balafira ku aşiya CoronaVacê ya fîrmaya Sînovacê çêkiriye tê da bû, serê sibê li Balafirgeha Esenbogayê danî. Dema karûbarên fermî werin temamkirin û piştî kontrolên li Depoya Derman û Aşiyan a Tenduristiya Gel em ê aşiyan sewqî nexweşxane û navendên tenduristiya malbatê bikin ku werin bikaranîn."

Hat destnîşankirin ku bi saziyê ra ji bo 100 hezar doz aşiyê peyman hatiye çêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın