Tirkiye, Koronavîrus

Li welêt hejmara kesên doza duduyan a aşiya Kovîd-19ê li xwe xistin ji 10 milyonî derbas bû

Ahmet Sertan Usul   | 06.05.2021
Li welêt hejmara kesên doza duduyan a aşiya Kovîd-19ê li xwe xistin ji 10 milyonî derbas bû

Ankara

 Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku li welêt di çarçoveya Kovîd-19ê da hetanî niha ji 10 milyonî zêdetir kesî herdu dozên aşiyê li xwe xist.

Li gor daneyn li ser Platforma Agahiyên Aşiya Kovîd-19ê ya wezaretê, ji saet 10.30yî pê va 14 milyon û 352 kesî diza ewil a aşiyê 10 milyon û 680 kesî jî doza duduyan a aşiyê li xwe xist.

Bi vî awayî li welêt 24 milyon û 353 hezar û 636 kes hatin aşîkirin.

Li Stenbolê 2 milyon û 415 hezar û 529 kes doza ewil, milyonek û 579 hezar û 379 kes jî doza duduyan bi tevahî 3 milyon û 994 hezar 908 kes hatin aşîkirin.

Li Enqereyê bi tevahî milyonek û 958 hezar û 875 doz aşî hat kirin, ji wan milyonek û 161 hezar û 460 doza ewil in û 797 hezar û 415 jî doza duduyan in.

Li Îzmirê 974 hezar û 27ê wan doza ewil 677 hezar û 800ê wan doza duduyan bi tevahî milyonek û 651 hezar û 827 doz aşiya Kovîd-19ê li welatiyan xistin.

- Ji bo 240 hezar doz aşiyê peyman hatin çêkirin

Wezareta Tenduristiyê aşîkirina komên pêşiyê dor dane wan bi lez û bez didomîne.

Hetanî niha 100 milyon doz aşiya Aînovacê, 90 milyon doz aşiya BioNTechê û 50 milyon doz aşiya Sputnik Vyê bi tevahî ji bo 240 milyon doz aşiyê peyman hatin çêkirin.

Di bernameya aşiyê da hetanî niha aşiyên BioNTech û Sînovacê hatin kirin û partiya ewil a aşiya Sputnîk Vyê jî ew ê di nav vê mehê da were welêt.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın