Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 8 hezar û 314 kesan pozîtîf derket, 169 kes mirin

Di 24 saetên dawîn da 167 hezar û 211 testên Kovîd-19ê hatin kirin, jimara nexweşên îro hatin tesbîtkirin 921, jimara nexweşên giran bû 2 hezar û 311

Elif Irmak   | 16.01.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 8 hezar û 314 kesan pozîtîf derket, 169 kes mirin

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 167 hezar û 211 testên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hatin kirin, testa 8 hezar û 314 kesan pozîtîf derket, 169 kes mirin.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.

Li gor di 24 saetên dawîn da 167 hezar û 211 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 8 hezar û 314 kesan pozîtîf derket, 169 kes mirin. Jimara nexweşan wek 921 hat eşkerekirin.

Di 24 saetên dawîn da tedawî/karantînaya 9 hezar û 109 kesan xilas bû û jimara başbûyiyan derket 2 milyon û 246 hezar û 47an.

Jimara testan derket 27 milyon û 66 hezar û 653yan. Jimara waqieyan derket 2 milyon û 373 hezar û 115an, jimara miriyan derket 23 hezar û 664an, jimara nexweşên giran bû 2 hezar û 311.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın