Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 63 hezar û 82 kesan pozîtîf derket, 289 kes mirin

Jimara başbûyiyan derket 3 milyon û 591 hezar û 550 kesî

Barış Gündoğan   | 17.04.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 63 hezar û 82 kesan pozîtîf derket, 289 kes mirin

Ankara

ANKARA (AA) - Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.

Li gor vê di 24 saetên dawîn da li Tirkiyeyê 320 hezar û 78 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 63 hezar û 82 kesan pozîtîf derket, 289 kes mirin, jimara nexweşan bû 2 hezar û 915.

Di 24 saetên dawîn da tedawî yan jî karantînaya 56 hezar û 510 kesî xilas bû û jimara başbûyiyan derket 3 milyon û 591 hezar û 550 kesî.

Jimara testan derket 43 milyon û 148 hezar û 200î, jimara waqieyan derket 4 milyon û 150 hezar û 39an, jimara miriyan derket 35 hezar û 320î, jimara nexweşên giran bû 3 hezar û 205.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zatureyê di nexweşan de ji sedî 3,3 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 56,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 68,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 34,9 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 9 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın