Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 6 hezar û 408 kesan pozîtîf derket, 96 kes mirin

Zafer Fatih Beyaz   | 11.06.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 6 hezar û 408 kesan pozîtîf derket, 96 kes mirin

Ankara

ANKARA (AA) - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 223 hezar û 320 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 6 hezar û 408 kes pozîtîf derketin, 96 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 223 hezar û 320 test hatin kirin, testa 6 hezar û 408 kesan pozîtîf derket, 96 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 563.

Hejmara nexweşên giran bû 1009. Di 24 saetên dawîn de dermankirin/karantînaya 6 hezar û 895 kesan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 5 milyon 186 hezar û 728.

Hejmara testan gihişt 56 milyon û 346 hezar û 656, hejmara pêketiyan bû 5 milyon û 313 hezar û 98, hejmara miriyan bû 48 hezar û 524.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 2,7 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 49,9 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 60, e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 27,8 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 7 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın