Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 11 hezar û 534 kesan pozîtîf derket, 283 kes mirin

Selma Kasap   | 14.05.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 11 hezar û 534 kesan pozîtîf derket, 283 kes mirin

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 201 hezar û 295 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 11 hezar û 534 kes pozîtîf derketin, 238 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 201 hezar û 295 test hatin kirin, testa 11 hezar û 534 kesan pozîtîf derket, 238 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 1217.

Hejmara nexweşên giran bû 2 hezar û 765. Di 24 saetnên dawîn de 55 hezar û 472 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 4 milyon 856 hezar û 763.

Hejmara testan gihişt 50 milyon û 259 hezar û 943, hejmara pêketiyan bû 5 milyon û 83 hezar û 996, hejmara miriyan bû 44 hezar û 59, hejmara nexweşên giran bû 2 hezar û 765.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 43,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 65 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 32,4 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.