Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa 20 hezar û 107 kesan pozîtîf derket, jimara miriyan daket binê 300î

Jimara nexweşên giran bû 3 hezar û 260, 278 kes mirin. Tedawî/karantînaya Kovîd-19ê ya 35 hezar û 529 kesan xilas bû û jimara başbûyiyan derket 4 milyon û 662 hezar û 328an

Burcu Çalık Göçümlü   | 08.05.2021
Li Tirkiyeyê testa 20 hezar û 107 kesan pozîtîf derket, jimara miriyan daket binê 300î

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 251 hezar û 194 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 20 hezar û 107 kesan pozîtîf derket, 278 kes mirin.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.

Li gor vê li Tirkiyeyê i 24 saetên dawîn da 251 hezar û 194 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 20 hezar û 107 kesî pozîtîf derket. Jimara miriyan ji 18ê nîsanê vir va cara ewildaket binê 300î, 278 kes mirin, jimara nexweşan bû 2 hezar û 210.

Di 24 saetên dawîn da tedawî yan jî karantînaya 35 hezar û 529 kesan xilas bû û jimara başbyiyan derket 4 milyon û 662 hezar û 328an.

Jimara testan derket 48 milyon û 963 hezar û 800î, jimara waqieyan derket 4 milyon û 998 hezar û 89an, jimara miriyan derket 42 hezar û 465an, jimara nexweşên giran bû 3 hezar û 260.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zatureyê di nexweşan de ji sedî 3,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 53, 1 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 68,2 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 33,8 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın