Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê jimara waqieyên Kovîd-19ê daket binê 20 hezarî û bû 18 hezar û 52

Jimara nexweşên giran bû 3 hezar û 175, 281 kes mirin.

Barış Gündoğan   | 08.05.2021
Li Tirkiyeyê jimara waqieyên Kovîd-19ê daket binê 20 hezarî û bû 18 hezar û 52

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 228 hezar û 873 testên Kovîd-19ê hatin kirin, jimara waqieyan daket binê 20 hezarî. Îro testa 18 hezar û 52 kesan pozîtîf derket, 281 kes mirin.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.

Li gor vê li Tirkiyeyê i 24 saetên dawîn da 228 hezar û 873 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 18 hezar û 52 kesî pozîtîf derket. 281kes mirin, jimara nexweşan bû 2 hezar û 178.

Di 24 saetên dawîn da tedawî yan jî karantînaya 28 hezar û 896 kesan xilas bû û jimara başbyiyan derket 4 milyon û 691 hezar û 224an.

Jimara testan derket 49 milyon û192 hezar û 673yan, jimara waqieyan derket 5 milyon û 16 hezar û 141î, jimara miriyan derket 42 hezar û 746an, jimara nexweşên giran bû 3 hezar û 175.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zatureyê di nexweşan de ji sedî 3,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 53, 1 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 68,2 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 33,8 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın