Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê jimara nexweşên ji Kovîd-19ê baş bûn derket 116 hezar û 111an

Wezareta Tenduristiyê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 952 kesan, 27 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 154 hezar û 500î, jimara miriyan derket 4 hezar û 276an

Elif Irmak   | 22.05.2020
Li Tirkiyeyê jimara nexweşên ji Kovîd-19ê baş bûn derket 116 hezar û 111an

Ankara

 Hat eşkerekirin ku li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dan 952 kesan, 27 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 154 hezar û 500î, jimara miriyan derket 4 hezar û 276an.

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî ji ser Twîtterê parve kirin îro 37 hezar û 507 test hatin kirin û teşxîsa Kovîd-19ê dan 952 kesan.

Di 24 saetên dawîn da 27 nexweşan wefat kir, 1121 nexweş baş bûn. Jimara testan bi tevahî derket milyonek û 767 hezar û 495an, jimara waqieyan jî derket 154 hezar û 500î û jimara wefatan jî bi tevahî derket 4 hezar û 276an.

Jimara nexweşên di unîteya nexweşiyên giran da bi tevahî 800, jimara nexweşên girêdayî cîhaza bêhnhildanê 401 û jimara nexweşên baş bûn jî 116 hezar û 111 e.

- "Digel jimara testên zêde bûne jimara waqieyên nû di bin 1000î da ye"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesabê Twîtterê ya der barê daneyan da got ku "Digel jimara testên ku zêde bûne jimara waqieyên nû di bin 1000î da ye. Jimara kesên ku hewcehiya wan bi tedawiya destekê heye kêm dibe. Awayê jiyana me ya nû jiyana civakî ya bikontrol, hemû bi hev ra tevdîr. Şerta wê: maske û mêtro û nîv mesafeya civakî."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın