Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê ji ber Kovîd-19ê 126 kes mirin

Li gor daneyên 24 saetan ên Wezareta Tenduristiyê 256 hezar û 163 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 24 hezar û 832 kesan pozîtîf derket. Ji meha hezîranê vir va cara ewil jimara miriyan ji 100î derbas bû û derket 126an

Mehmet Tosun   | 04.08.2021
Li Tirkiyeyê ji ber Kovîd-19ê 126 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 256 hezar û 163 testên vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, testa 24 hezar û 832 kesan pozîtîf derket, 126 kes mirin.

Tabloya Rojane ya Vîrusa Koronayê ya Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 256 hezar û 163 testên vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, testa 24 hezar û 832 kesan pozîtîf derket, 126 kes mirin, jimara başbûyiyan jî bû 6 hezar û 2432.

Di nifûsa ji ser 18 salî ra rêjeya kesên ku doza yekem a aşiyê bûn ji sedî 66,42 ye, rêjeya kesên doza duyem a aşiyê bûn ji sedî 44,67 hat qeydkirin.

Li Tirkiyeyê heta îro 41 milyon û 225 hezar û 91 kes doza yekem a aşiyê, 27 milyon û 725 hezar û 135 kes doza duyem a aşiyê, 5 milyon û 117 û 285 hezar kes doza sêyem a aşiyê bi tevahî 74 milyon û 67 hezar û 511 aşî hatin lêxistin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın